QSD: Di du rojên dawî de 14 sivîl hatin qetilkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava du rojên dawî de 14 sivîl ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin û 29 sivîl jî hatin birîndarkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava du rojên dawî de 14 sivîl ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin û 29 sivîl jî hatin birîndarkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên dijî gund û bajaran pêk anîne de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker di van du rojên dawîn de li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê komkujî pêk anîn.
QSDˋê diyar kir ku di 27ˋê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê di topbarana li ser gund de komkujiyek pêk hat, di encamê de di nav de 2 zarok 3 kes şehîd bûn. Bi domdarî QSD’ê wiha got: “Di 28ˋê Çileyê de jî dewleta Tirk a dagirker gundê Um Heremlê yê Zirganê topbaran kir, di encamê de komkujiyeke din pêk hat, di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Beriya çend saetan jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker sûka gel a li bajarê Sirînê bombebaran kir û komkujiya sêyemîn pêk hat, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.”
QSD’ê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û got: “Ev komkujiyên ku bi wêneyên hatine belgekirin ne tenê dewleta Tirk lê belê bêdengiya civaka navneteweyî li hember sûcên li dijî herêmê tên kirin şermezar dikin.”