Ciwanên şoreşger berxwedana gerîla slav kirin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Qereçoxê bi meşeke xetîreyan protesto kirin, berxwedana gerîla slav kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Qereçoxê bi meşeke xetîreyan protesto kirin, berxwedana gerîla slav kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ji hêla endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve li Qereçoxê bi meşeke bi xetîre hate şermezarkirin. Ciwanan berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê slav kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan jî destek da meşê û helwesta PDK'ê ya li bara dagirkeriyê hate şermezarkirin. Ciwanên wêneyên gerîla û flamayên PKK'ê hildan, desteka xwe ji bo Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê diyar kirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê ciwanan rêveeberê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Malik Remo xwend.
Remo diyar kir dewleta Tirk li bara berxwedana gerîla têk çûye û got,''Vîna gerîla ji çekên dewleta Tirk xurtir e. Dewleta Tirk ku dixwaze şerê navxwe yê Kurd derxîne PDK'ê ji bo vê armancê bi kar tîne. Bêguman çi kesê ku destekê dide dagirkeriya Tirk xayin e. Ciwanên şoreşger bi her şertî wê li rex gerîla bin.''