Ciwanên Reqayê tevlî QSD'ê dibin

Hêzên Sûriya Demokratîk ku di Pêngava Xezeba Firatê de destkeftiyên dîrokî bidest dixin, ciwanên Reqayê jî tevlî nava refên QSD'ê dibin.

248 ciwanên Reqayê ku dewreya perwerdê di Akademiya Fermandar ʺFeysel Ebû Leylaʺde bi dawî kirin, tevlî nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk( QSD ) bûn.

Dewreya perwerdê ya 11. li akademiyê tê vekirin, ciwanan 30 rojan perwerdeya çekan dît û piştî dawî kirina dewreya perwerdê, tevlî nava refên QSD'ê bûn.

Merasîma bidawîkirina dewereyê bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şevanan ve hate lidarxistin, destpê kir. Piştre Endamê Fermandariya QSDʹê Ebulezîz Yûnis axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û destnîşan kir ku wê şervan tevlî parastina xaka xwe bibin.

Yûnis diyar kir ku welatiyên Reqayê bi biçûk û mezinên xwe parastina herêmên xwe dikin. Piştî axaftinê şervanan sonda xwarin û soz dan ku wê ji bo parastina xaka xwe heta dawiyê şopdarên rêya cangoriyan bin.

Li aliyê din şervanên QSD'ê operasyona Reqayê ku weke fînalê dinirxînin, ji çar aliyan ve bajarê Reqayê dorpêçkirine û lez dan operasyonê. Hêzên QSD'ê ku ji rojhilatê bajêr 2 kîlometre, ji bakur 4 kîlometre ji bajêr dûr in û li aliyê rojava jî bi lez pêşve diçin.

Di rewşa heyî de Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê tê birêvebirin. Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku 10'ê Gûlanê bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku piştî navbera 15'ê rojan Qonaxa 4. a Xezeba Firatê destpê kirîbû. Fermandariya Odeya Çalakiyan ragihandibûn ku wê hêzên wan mewzûyên çeteyan dorpêç bikin û wê nêzîkî bajêr bibin. Piştî rizgarkirina Tebqayê şervanên di eniya şer de bajarê Mansûra ku 35 kîlometre ji Reqayê dûre xistibûn hedefa xwe de.