Ciwanên Qamişloyê: Vegerin ser axa xwe

Ciwanên ji Qamişloyê yên ku dema şer dest pê kir dev ji axa xwe berdan û çûn Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê vegeriyan ser axa xwe û bang kirin ku ‘Hûn jî vegerin ser axa xwe.’

Ciwanên ji Qamişloyê yên ku demekê li derveyî Rojava jiyan lê piştre vegeriyan û berpirsyarî wergirtin qala çîroka xwe kirin.

Mahmûd Sabah Mihamed ciwanekî ji Qamişloyê ye. Dema ku şer dest pê kiriye çûye Elmanyayê. Du salan li wir maye û piştre vegeriyaye û tevlî nav Hêzên Xweparastinê bûye. Ev 11 meh in ku di nav Hêzên Xweparastinê de ye . Mihamed dibêje ku “Berê me nedikarî em bi zimanê xwe biaxivin lê a niha zimanê me yê perwerdehiyê bûye Kurdî. Gelê Kurd êdî hêzên wê yên leşkerî hene. Em hêvîdar in ku ciwanên çûne derveyî welat, ew jî vegerin ser axa xwe. Bila werin leşkeriya xwe bikin û axa xwe biparêzin. Li Qamişlo ji bo hemû kesan kar heye.”

DEMA ÇÛ ZAROK BÛ LÊ PIŞTRE VEGERIYA

Basil Hesen di sala 2011’an de tevî malbata xwe çûye Tirkiyeyê, 9 salan li wir maye û di karê înşaatê de xebitiye. Niha jî vegeriyaye Rojava û di nav xebatên Asayîşê (Hêza Ewlekariya Navxweyî) de cih digire. Hesen dibêje ku “Dema ku ez piçekî mezin bûm, min fêm kir kuj divê ez vegerim ser axa xwe û axa xwe biparêzim. Ez bi îradeya xwe vegeriyam vir. Dema ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî nasnameya min ji min xwestin, ez berê pir tirsiyam lê piştre gelekî kêfa min hat. Ez di nav Hêza Ewlekariya Navxweyî de me û ez axa xwe diparêzim.”

VEGERIN SER AXA XWE

Gabar Qamişlo ji Taxa Hilêliyê ya Qamişlo ye. Di sala 2011’an de çûye Başûrê Kurdistanê. Li wê derê di nav sê mehan de tenê karibûye mehekê bixebite. Şertên wî yên li wê derê ji yên kampê dijwartir bûye. Biryara xwe daye ku vegere Rojava. Qamişlo dibêje ku “Dema ez hatim heval, cîran û birayên min di nav xebatan de bûn. Ez jî ketim nav xebatan. Ez bang li hemû ciwanan dikim ên ku ji vê derê çûne Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê. Li vê derê her tişt xweştir e, bi her zimanî perwerdehî tê dayin, hemû gel bi hev re dijîn. Divê gelê me yên çûne derveyî welat, vegerin ser axa xwe.”

HER TIŞT HEYE Û HEMÛ YÊN ME NE

Canfeda Qamişlo jî di sala 2011’an de çûye Başûrê Kurdistanê û li wê derê di kampê de maye. Li kampê ji xeynî birçîbûn, tîbûnê li wê derê bûye şahidê bûyerekê. Qamişlo dibêje ku “Tankere avê ya pêşmergeyan dema paşpaşkî diçû pê li zarokekî koçber kir. Ajovan ji wesayîtê jî peya nebû û çû. Vê rewşê bandoreke mezin li min kir. Carekê jî min li nûçeyan temaşe dikir. Li Rojava gelek hevalên me şer dikirin. Wê demê li Serêkaniyê şer hebû. Gelek hevalên min û gundiyên me di şer de bûn. Li ser banga wan ez jî hatim axa xwe biparêzim. Ez jî tevlî nav YPG’ê bûm. Ez fermandarekî tûgaya YPG’ê me. Li vê derê meclîs, dibistan û şaredariyên me hene û hemû aîdî me ne. Ez bang dikim, vegerin Rojava.”

LI WÊ DERÊ QÎMETA ME TUNEBÛ

Zagros Qamişlo çîroka wî piçekî cihê ye. Di sala 2014’an de ew di nav YPG’ê de bûye lê di sala 2015’an de ji ber israra malbata wî ew çûye Başûrê Kurdistanê. Li wê derê sê salan maye û ji ber vederkirin û dijwariya li wê derê di sala 2018’an de dîsa hatiye tevlî nav YPG’ê bûye. Zagros Qamişlo dibêje ku “Dema ez vegeriyam min dît gelek sazî û hêzên me ava bûne. Vî tiştî moralekî mezin da min. Yek ji sedema poşmaniya min ev jî ev e ku piştî ez vegeriyam min dît gelek hevalên min şehîd bûne. Ez gelekî poşman bûm ku, çima ez nemame û min şer nekiriye. Em dixwazin kesên ku çûne Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê vegerin.”