Bi armanca xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî komploya 15 Sibatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan îro li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê meşek lidarxistin.
Meş di nav taxê de geriya. Aktîvîstên ciwan bi bilindkirina alên PKK’ê û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan reng dan meşê û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.
Piştre meş ji bo daxuyaniyê sekinî û li wir piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî hat dayin.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan Rawan Qamişlo axivî û got: “Me ev çalakiya xwe ji bo azadiya Rêber Apo lidar xist, em ji dewletên navnetewî re dibêjin ‘dem dema azadiya Rêber Apo ye’. Bi vê komployê re dixwestin Rêber Apo ji gel qut bikin, lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe di nav gel de jiyan dike. Rêber Apo bi berxwedana xwe ji tevahiya cihanê re bû mînak. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan heta ku dilopek xwîn di laşê me de mabe emê li pey Rêberê xwe bin heya em wî bi awayê fîzîkî azad dikin.”
Çalakiya ciwanan piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.