Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibata 1999’an ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî û dostên wê li welat û derveyî welat di nava çalakiyan de ne. Bi heman armancî îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişloyê bi dirûşmeya"Dem dema azadiya Rêber Apo ye" û “Bimre komploya 15’ê Sibatê" meşek lidarxistin. Meş li taxa Qidurbeg a Qamişloyê destpêkir û li nav taxê geriya.

Piştî ku ciwanan di çarçoveya plana ji bo meşê amadekiribûn meşa xwe bi dawî kirin li hev kombûn û daxuyaniyek dan. Li wir li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger Sariya Cûdî daxuyanî da û got: "Bi vê komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê gelan pêk hat xwestin gelê Kurd qir bikin û Rêber Apo ji gel qut bikin. Lê wek ciwanên şoreşger û jinên ciwan em dibêjin hûn nikarin rêberê me ji me dûr bixin û em soz didin ku emê tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Piştî axaftina hat kirin çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.