Ciwanên Qamişlo komploya 15 Sibatê şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Qamişloyê meşek protestoyî lidarxist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Qamişloyê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi dirûşmeya ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ li dijî komploya 15 Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidarxist.

Ciwanan pankartên li ser hatibûn nivîsandin "Tu kes nikare Roja me tarî bike" û "Bimre komploya 15'ê Sibat" vekirin û alên tevgera xwe û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Meş li taxa Cûdî destpêkir û di nava kolanên taxê de geriya. Piştre ciwanan ji bo daxuyaniyê bidin meşa xwe sekinandin. Beriya daxuyanî bê dayin ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Nîşan Herekol ve hat dayîn.

Herekol ev tişt got; “Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Qamişloyê em komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Komploya navnetewî dikeve sala 24’emîn ku Rêber Apo hêj di nava çar dîwaran de ye, em weke ciwan soza xwe nû dikin ku emê timî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin.”

Piştî daxuyaniyê meşa ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî” bi dawî bû.