Ciwanên Kobanê li hemberî dagirkerî û xiyanetê daketin qadê

Bi sedan ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya gerîla daketin qadan. Ciwanan di çalakiyê de êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û xayintiya PDK'ê li Rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Bi sedan ciwanên Kobanê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriya gerîlayên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û PDK'ê çalakî li dar xist. Ciwanên li qada Aştî hatin gel hev heta qada Jina Azad meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên ku piştgiriya gerîla dikin hatin berzkirin.

Beriya dest bi meşê were kirin ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hebûn Mihemed daxuyanî xwend. Mihemed diyar ku ew her tim bi gerîlayên Kurdistanê diparêzin û ji bo azadiyê têdikoşin re ne. Mihemed anî ziman ku ew ê bi her awayî çalakiyên xwe pêk bînin. Mihemed ragihand ku wan li hemberî dagirkeriyê seferberî îlan kiriye û bang li her kesî kir ku her çar parçeyên Kurdistanê ji dagirker û xayinan biparêzin.