Ciwanên Kobanê ji bo Ocalan dimeşin

Meşa dirêj ya bi sedan ciwanên Kobanê ya ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir.

Li kobanê bi sedan ciwan ji bo ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj dan destpêkirin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye ve hate lidarxistin û li navçeya Sirînê hate destpêkirin.

Bi sedan ciwanên Kurd û Ereb wêneyên Ocalan hildan û bi dirûşmeyan komplo şermezar kirin.

Ciwan wê 40 kîlometreyan bimeşin û meş wê sê rojan bidome.

Meş wê li gundê Elpelûr yê dikeve rojavayê bajêr ku Ocalan havîna 1979 cara destpêkê hatibû gund, bidawî bibe.