Ciwanên Efrînê li dijî komploya navneteweyî meşiyan

Ciwanên Efrînê yên li herêma Şehbayê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku di salvegera 21'ê de ye, meşek pêk anîn. Ciwanan destnîşan kirin ku wê bi xezeba ciwanan faşîzmê têk bibin û pergala Îmraliyê bişikînin.

Ji ber salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ciwanên herêma Efrîn û Şehbayê meşek li dar xistin.

Çalakger ji gundê Til Qerahê yê herêma Şehbayê dest bi meşê kirin û heta pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşma "Em ê bi xezeba ciwanan faşîzmê têk bibin, pergala Îmraliyê bişikînin" hate qîrîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan bi navê Ciwanên Şoreşger Akêf Ehmed û Evîn Bîlal axivîn.

Qisekeran gotina "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xistin û destnîşan kirin, ku divê her ciwan li ser vê yekê bifikirin û tevbigerin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re bi dawî bû.