Çalakiyên ciwanan di çarçoveya hemleya’Welat welatê me ye tolhildan soza me ye’ li herêma Kantona Efrînê û herêma Şahbayê didomin.
ŞAHBA
Topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Şehbayê li pêşiya xwepêşandan û çalakiyên welatiyan nebû asteng. Îro Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li bajaroka Fafîn a Şahbayê organîze, kir.
Di meşê de ala Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk, QSD, MSD, Yekîtiya Jinên Azad a herêma Şehba, Meclîsa Rêveberiya Herêma Şehba, wêneyên Ocalan hatibûn rakirin û pankartên li ser “Welatê me ye tolhildan soza me ye” û “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser rûmeta me ye” hatibû nivîsandin, hatin vekirin.
Meş heta navarasta bajarok dewam kir. Li vir meş veghurî mîtîngê. Di mîtîngê de, endamê Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Mezlûm Fedekar axivî û wiha got:ʺEm ê bi hêz û îradeya xwe herêmên xwe rizgar bikin, biparêzin û bi têkoşîna xwe Rêber Abdullah Ocalan rizgar bikinʺ.
Her wiha endama Yekîtiya Jina Azad a harêma Şehba Ayşe Hisên û endamê Meclîsa Rêveberiya herêma Şehba Esed Cebel axivîn û wiha gotin:ʺÊrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Şehbayê li hemberî hemû pêkhateya ne. Dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin îradeya me bişkînin, lê em ê bi felsefeya Ocalan planên wan têk bibin mafên xwe biparêzin”.
Mîtîng bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” û”Jji Ocalan re azadî”bi dawî bû.
EFRÎN
Bi heman armancê, Tevgera Jinên Ciwan a navçeya Mabata ya girêdayî Kantona Efrînê, meşek lidar xistin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kirin.
Meş ji navenda Komîteya Çandiniyê ya navçeya hate destpêkirin.
Di meşê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala TEV-DEM, Yekîtiya Jinên Ciwan hatibûn rakirin û pankartên ku li ser “Bi pêşengiya jina ciwan heta azadiya Rêber APO serhildan” û “Bê Serok jiyan nabe” nivîsî, hatibûn vekirin.
Meşa ciwanan li navenda Şaredariya Gel a navçeyê veghurî mîtîngê. Mîtîng bi bîranîna hemû cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paştre ji Rêveberên Tevgera Jinên Ciwan Ronahî Kobanê axivî û banga bilindkirina têkoşîn kir û wiha pêde çû:”Bi Ruhê ciwanan em ê hemû hevsengiyan li bin guhê hev bixin û heta Rêberê me azad bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin”.
Mîtîng bi dirûşemeya’Bijî Rêber APO’bi dawî bû.