Ciwanan şehîdên pêngava Gurzê Gelan bibîr anîn

Ciwanan bi merasîme li li Qamişlo lidarxistibûn re 121 şehîdên ku di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbûn bibîr anîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê destpê kiribû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Qamişloyê bi bîr anîn.

Ciwanên ku li qada şehîdan bi mûman “121” nivîsandin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dubare kirin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Nîşan Herekol diyar kir ku planên qirêj ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û got, "DAÎŞ'a ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat tunekirin, ji aliyê dewleta Tirk a ku her cûre êrişên qirêj li hemberî gelê me pêk tîne, hewl hat dayin ku ji nû ve bê zindîkirin. Dewleta Tirk bi êrîşa herî dawî ya li Hesekê re, bi destê DAÎŞ’ê xwest ku ‘Împeratoriya Osmanî’ ji nû ve vejîne. Şervanên QSD’ê û hêzên me yên ewlekariyê berxwedaneke bi heybet nîşan dan û bi dayîna berdêlên giran pêşiya vê plana qirêj girtin.”

Herekol destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tola têkçûna DAÎŞ'ê ya li Hesekê hilîne, êrîşî Dêrik, Şengal û Mexmûrê kir.