Ciwan li herêma Firatê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Ciwanên Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi pêşengiya Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê, ciwan li Kobanê li dijî tecrîdê li hev civiyan.
Koma ji ciwanan û malbatên şehîdan li Qada Jin a Azad dest bi meşê kirin û heta Qada Şehîd Egîd bi qîrîna dirûşmên li dijî xiyanet, tecrîd û dagirkeriyê meşiyan.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan.
Li dû meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre bi navê Ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan Ocalan Mela Xelîl daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha gotin; "Dîroka Kurdistanê her bi qehremaniyê hatiye nivîsîn. Me gelek şehîd dane. Şehîdan, dîrok bi xwîna xwe nivîsiye. Ji zû de ye ku dewleta Tirk êrîşê çiyayên Kurdistanê dike, lê xwe li ber berxwedana gerîla nagire, em wek xwişk û birayên gerîlayan, em dibêjin ku dem dema azadiyê ye; werin cenga azadiyê."
Bi xwendina daxuyaniyê çalakî qediya.