Cîhan Xidro: Kujer em ji Sûriyeyê nas dikin

Seroka Konseya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîha Xidro got: “Em tetîkkêş Onûr Gencer û dewleta Tirk a li pişt ji bûyerên li Sûriyeyê anî serê em dinasin.”

Cîhan Xidro anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê qira Kurdan anî û polîtîkayên qirkirina jinan dişopîne û got: “Êrîşa li ser HDP’ê û qetilkirina hevala me Denîz Poyraz, ji êrîşên dewleta Tirk ji sala 2012’ê û vir ve bi komên xwe yên peremilîter li Rojava dike ne cuda ye. Ji Adara 2018’an û vir ve ne ji kiryarên li Efrînê dike cudatirin.

‘ÊN ÊRÎŞÎ HDP’Ê KIRIN DEWLET E’

Seroka Konseya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîha Xidro bal kişand ser êrîşa 17’ê Hezîranê ya li ser avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz û got: “Denîz Poyraz di êrîşeke faşîst a dewletê de hate qetilkirin. Kujer 24 saetan di bin çarvêdriya polîsan de destê xwe dihejîne û dikeve avahiya HDP’ê. Demek dirêj kes mudaxele nake. Piştî qetilkirina Denîz Poyraz polîs pêwîst nabînin ku destê kujer kelepçe bikin. Berovajî pêşiya dayika Poyraz û HDP’ê digirin. Polîsên ku bi rojan mirovên Kurd, ciwan, jin û HDP’iyan lêpirsîn dike, bi bayê lezê Onûr Genc biriin edliyeyê. Ya rast her tişt berpirsan nîşan dide.”

PARÇEYEK JI ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ NE

Cîhan bal kişand ser kiriyarên dewleta Tirk a li ser xaka Rojava û wiha domand: “Qetilkirina Denîz Poyraz, parçeyek ji polîtîkaya tecrîdê ya li Îmralî destpê kir û polîtîkaya qirkirinê ya Kurdan a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dom dike ye. Dewleta Tirk li Rojava ji sala 2012’an heta 2016’an bi OSO, El Nxwûsa û DAÎŞ’ê ên weke wekîl êrîşî dikir. Sala 2016’an û vir ve jî li Cerablûs û Şehbayê derket ser dikê. Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin. Îro jî li van qadan qira Kurdan tînin. Li Tirkiyeyê berpirsê DAÎŞ’ê yê kujerê bi hezaran kesî cezayê girtina malê da lê HDP ji Doza Kobanê tên darezandin. Divê her kes van êrîşan bibîne, li ber vê têkoşînê bike.

‘EM VAN JI KIRYARÊN KIRÎ DINASIN’

Em van hêzên peremilîter ên Tirkiyeyê ji kiriyarên wan ên li Sûriye û Rojava kirî, şahidên zindî ne. Dewleta Tirk ji destpêkê ve li Sûriyeyê bi OSO, Nûsra û DAÎŞ’ê êrîşî me dikin. Ev kujerê tetîkkêş Onûr Bencer jî dewleta li pişt ji bûyerên li Sûriyeyê anî serê me dinasin.

Kurd ji sala 2013’an û vir ve ji aliyê hêzên peremilîter ên li Tirkiyeyê û çeteyan ve tên qetilkirin. Jin tên qetilkirin an jî bi zorê tên revandin. Malê me talan kirin, gundên me hilewşandin.”

‘HEMAN DEWLET HEMN HIŞMENDÎ’

Cîhan Xidro bal kişand ser êrîşa li ser avahiya HDP’ê û got: “Êrîşkirina ser partiyeke mîna HDP’ê ya demokrasî û bi hemû sîstema xwe partiyeke ya jin, dîsa rojevkirina çareseriyeke demokratîk a pirsa Kurd, bi êrîşên li ser Efrîn û Rojava re bi heman sedeman hatiye kirin. Li Efrînê sîstemeke demokratîk hebû. Bajarekî Kurdan bû. Ji bo hemû gelan û jinan, navenda demokrasiyê bû. 20’ê Çileya 2018’an bi balafir, tank, bi hezaran leşker û çeteyan ve êrîş kirin. Heta roja dawî li wir bûn. 18’ê Adarê bajar bi temamî dagir kirin”

‘BIBIN YEK’

Herî dawî Cîhan Xidro bang li hemû jinên Kurd û gelê Kurd kir ku xwedî li hev derkeivn û got: “Dema li çiyan, Tirkiye û Sûriye êrîşî Kurdan bê kirin, bila tu Kurd xwe derveyî vê nebîne. Di vê mijarê de bûne xwedî ezmûn. Hedefa qatilan hemû Kurdin. Em jî vê dizanin û wisa tevger dikin, divê bibin yek, xwe û siberoja xwe biparêzin.”