Cenazeyên siyasetmedarên hatinî qetilkirin Li Minbicê spartin axê

Cenazeyên endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Erîma Zekeriya El Cebar û Beşar Bekûr ku 2 roj beriya niha hatibûn qetilkirin, li Şehîdgeha Minbicê hatin veşartin.

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Erîma Zekeriya El Cebar û Beşar Bekûr 12`ê Çileyê  dema ku erka xwe bi cih dianîn, di êrişa kesên nanas de şehîd bûn.

Girseya gel cenazeyên her du şehîdan ji pêşiya nexweşxaneya Firatê ya naverasta bajarê Minbicê wergirtin û ber bi Şehîdgeha Minbicê ve bi rê ketin.

Li Şehîdgehê merasîmek hate lidarxistin. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed Şêx axivî û wiha got: "Ev her şehîdên qehreman tu guneh nekiribûn, tenê ji bo pêkanîna aştî û ewlehiyê li welatê xwe dixebitîn, lê destê qirêj ê dijminê biratî, azadî û aştiyê dirêjî wan kir."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El Qeftan jî axaftinek kir û anî diyarkir: "Yên ku îstiqrarê ji bo Sûriyê dixwazin bila werin diyalogan bikin da ku Sûriyekê ava bikin ku bibe navenda diyalogê, ne navenda qetilkirin û rijandina xwînê. Ji ber şehîdbûna van ciwanan ez diêşim. Yên bi Xwedê û roja axîretê bawer in, bila bizanibin ku wê Xwedayê xwe bibîne û hesabê sûcên ku kirine ji wê werin pirsîn."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo jî ji ku "Sûriyê ber bi ewlehî, aştî û biratiyê ve bibe" banga hevgirtinê li gelê Sûriyê kir.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El Îdo nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Cenazeyên şehîdan bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.