Şerê li Taxa Sînaa dewam dike

Şerê ku çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşkirina ser çeperên Hêzên QSD’ê yên li Taxa Sînna ya Reqayê ve destpê kirî, dewam dike, du wesayîtên çeteyan hate rûxandin.

Operasyona 'Cenga Mezîn' ya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 7'an de bê navber didome. Di şerê li Taxa Sînaa yê de, 5 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

Îro danê sibehê di seat 05:00'an de, çeteyên DAŞ'ê êrîşî noqteyên şervanên QSD'ê yên li Taxa Sinaa ya rojhilatê Reqayê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD'ê de wesayîtek bombebarkirî ya çeteyan hate îmhakirin û 5 çete hatin kuştin. Çeteyan carek din piştî nîvro di seat 13:35'an de bi wesayîtek din a bombebarkirî êrîşî şervanan kir, bi bersivdayina şervanan re wesayît hate îmhakirin.

Di nav kêliyan de li Taxa Sînaa di naverba çeteyên DAIŞ'ê û şervanên QSD'ê de şerê dijwar diqewimin.

Li baskê rojavayê Reqayê, duh di saat 18:00’an de şervanên QSD’ê bi armanca rizgarkirina Taxa Xitîn ketin nava tevgerê. Navbera şervanan û çeteyên xwe di tunel û qenalên bin erdê de bicih kiribûn de, şerekî dijwar qewimî. Di encama şerê li vê taxê de 3 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan û 5 şervan ji birîndar bûn.

Li Taxa Romaniyê xebatên paqijkirina bermahiyên çeteyan berdewam dike.