Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin spartina axê
Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyên 5 şervanên QSD′ê yên ku di pêngva rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan spartin axê.
Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyên 5 şervanên QSD′ê yên ku di pêngva rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan spartin axê.
Bi sedan şêniyên navçeyên Eyn Îsa, Hezîme, Hîşê û gundewarên wê cenazeyên 5 şervanên QSD′ê Mihemed Xêr, Cenazer Reqa, Ebû Ezîz, Remedan Xelef û Mihemed Reqa, ji nexweşxaneya Wetenî ya Kantona Girê Spî wergirtin û ber bi Goristana şeîhdan a li gundê Hikûmiye ya dikeve bakurê bajêr ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Komîteya Têkîliyên Giştî ya MSD′ê Umer Elûş axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir ku yekîtiya xwe ava bikin, piştgiriya şervanên QSD′ê û projeya neteweya demokrtîk bikin.
Elûş anî ziman ku wê hemû hewldanên derbkirina projeya demokrasiyê encam negirin û bi saya xwîna şehîdan, biratiya gelan bi ser bikeve û Sûriyeke Federal were avakirin.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê Ebû Ela jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û bang li ciwanên Reqayê kir ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe, piştgiriya hêzên QSD′ê bikin.
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstefa jî anî ziman ku bi saya fedekariya şehîdan, herêm ji çeteyan têne rizgarkirin. Leyla bang li gelê Reqayê kir ku parastina nirxên şehîdan bikin, têkoşîna xwe bidomînin û layiqî xwîna şehîdên xwe bin.
Li ser navê saziya jina azad jî Meryem Ehmed sersaxî ji dayikên şehîdan re xwest û bang li wan kir ku bi şehedeta zarokên xwe serbilind bin.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayikan hatin spartina axê.