Cenazeyên şehîdên azadiyê spartin axê

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanekî YPGʹê û Endamekî Hêzên Asayîşê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulhemîd Hac Ebas (Gerzan Hesekê) ê ku li Hesekê şehîd bû û Endamê Hêzên Asayîşê Ebdurezaq Elî ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Ezîza Ebdulrehman axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest. Dîsa şehîd Mecîd Xelîl (Berxwedan Murad) ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye jî bi bîr anî. Ezîza anî ziman ku wê Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin.

Fermandarê YPGʹê Şiyar Hesekê got ku bi saya fedekariya şehîdan yekîtiya gelên herêmê ava bû û rêya azadiyê ronî bû. Şiyar di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Komîteya Têkîliyên TEV-DEMʹê Ebdulfetah Fatimî jî destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan axa Bakurê Sûriyê ji DAIŞʹê hat rizgarkirin.

Di dawiya merasîm de nasnameyên şehîdan hat xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê spartin axê.