Cenazeyên şehîdên azadiyê li Efrînê spartin axê

Bi hezaran welatiyên kantona Efrînê cenazeyên sê şervanên YPG’ê Mazin Şaşo (Egîd Qehreman), Mistefa Hemo (Bîrhat Çîlo) û Basim Mamo yên ku di demên cuda de li Efrîn û Reqayê şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Seydo spartin axê.

Welatiyên ku li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê kom bibûn, piştî cenazeyên şehîdan wergirtin bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê ve ketin rê.

Nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, şervanên YPG’ê û YPJ’ê, endamên Yekîneyên Antî-Teror, Asayîş û Hêzên Parastina Civakî û bi hezaran welatiyên kantonê tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve destpê kir. Piştre jî li ser navê YPG’ê û YPJ’ê Ebdo Îbrahîm, li ser navê TEV-DEM’ê Delîl Mîrsaz, li ser navê malbata şehîd Bîrhat dayîka wî Şaziye Îbrahîm û li ser navê malbata Şehîd Qehreman bavê wî Mihemed Şaşo axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji gelê Kurd hate xwestin û fedekariya şehîdan li dijî hêzên tarî û çeteyan bilind hate nirxandin.

Di axaftinan de sersaxî ji gelê Kurd re hate xwestin her wiha behsa rola şehîdan a li dijî terorê hate kirin. Her wiha axaftvanan bal kişandin ser gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê û diyar kirin ku bi saya fedekarî û yekgirtina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê wê hemû planên dijmin vala biçin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên ser sê şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.