Cenazeyên şehîdên azadiyê bi merasîmekê spartin axê

Bi sedan welatiyan cenazeyên 4 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Girê Spî bi merasîmeke heybet spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçey Eyn Îsa û gundewarê wê cenazeyên şervanên QSD‘ê Mihemed Hecî (Ebû Ereb), Welîd Erab (Welîd Reqa) û 2 şehîdên din ku nasnameya wan nehate diyarkirin ji nexweşxaneya Wetenî ya kantona Girê Spî wergertin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan û alên QSD‘ê hatibû xemilandin ber bi Goristana gundê Hikûmî ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî li navê QSD‘ ê Siûd El-Mihêsin aixivî û ji malbatên şehîdan re xwest. El-Mihêsin anî ziman ku bi keda û berxwedana şehîdan welat têne avakirin û banga xwedîderketina li xeta şehîdan dan.

Nasnemeyan şehîd Ebû Ereb û Welîd Reqa hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan spartin axê.