Cenazeyên şehîd Çîçek û Demîrtaş veşartin

Şêniyên Dêrikê bi merasîmekê cenazeyên şehîdên YPG/YPJ’ê Baran Çîçek û Emîne Demîrtaş li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi  sedan şêniyênDêrikê, Girkê Legê û gundewarên wan ji bo girtina cenazeyê şervanê YPG/YPJ’ê şehîd Ciwan Amed û Destan Ronî li pêşiya Nexwaşxaneya Şehîd Hogir kom bûn.

Şehîd Baran Çîçek (Ciwan Amed) 3`yê Gulanê dema ku li ser erka xwe ya leşkerî bû, di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû. Şehîd Emîne Demîrtaş (Destan Ronî) jî li bajarê Hesekê di encama nexweşiyê de 30'ê Nîsanê şehîd bûbû.

Piştî ku şêniyan cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin, bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin li ser rê.

Li goristanê, ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Avaşîn Efrîn axivî û got: “Em serî ji dagirkeran re natewînin û dev ji rêya şehîdan bernadin.”

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Cûdî axivî û diyar kir ku şehîdan ji mirinê jiyan afirand û got: “Ev rastiya şehîdan e. Em deyndarê fedakariyên wan şehîdan in ku di oxira parastina tevahî mirovahiyê de destanên qehremaniyê nivîsandin.”

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê nasnameya her du şehîdan xwendin û radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kirin.

Cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.