Cenazeyên 6 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Dêrikê cenazeyên 6 şervanên Kurd û Ereb ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Welatiyên bajarê Dêrikê cenazeyên 6 şervanên Kurd û Ereb ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişlo cenazeyên 4 şervanê YPG′ê Îshaq Kenal (Mezlûm Çekdar), Fadî Elî (Fadî Heskawî), Mihemed Ehmed (Berxwedan Erûr), Idrîs Mihemed (Îdil Iraqî) û 2 Endamên Hêzên Asayîşê Fehid Hasûd û Salih Yûsif (Çiya) ên şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Li ser rêya goristanê, welatiyên kampa Newroz derketin, dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û ″Bijî berxwedana YPG/YPJ′ê″ qîr kirin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Mihyedîn Xêrikî axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ev cangoriyên azadiyê di şerê li hember çeteyên DAIŞ′ê de bûne sembola berxwedan, têkoşîn û biratiya gelan.
Mihyedîn soza şopandina rêya azadiyê ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, da.
Hevserokê Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm jî axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û bal kişand ser serkeftinên bi xwîna şehîdên azadiyê hatine bidestxistin. Selûm soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê, nû kir.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyan ve hatin veşartin.