Cenazeyên 6 şehîdan li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyên 5 şervanên YPG'ê û endamekî Hêzên Parastina Civakî (HPC), ku li Reqa û Şedadê şehîd bûn, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Şervanên YPG, YPJ û endamên saziyên civakî jî di nav de bi hezaran kesî cenazeyên şervanên YPGʹê Mihmed Ebdurezaq Ehmed (Rşo Tolhildan), Mihemed Hewas (Ebû Hewas), Qadî Salih (Lewend Hesekê), Fêsel Read Miîş (Ferhad Hesekê), Mihemed Xidir (Hecî Hesekê) û cenazeyê şervanê Hêzên Parstina Civakî Mihemed Bidêwî (Mihemed) ên li Reqa û Şedadê di berxwedana li dijî komên çete yên DAIŞʹê şehîd bûn ji Saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji wesayitan birin goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê.

Li cihekî nêzî goristanê, welatî ji wesayitan peya bûn, darbestên cangoriyan hildan ser milan û birin goristanê. Li goristanê jî şervanên YPG û YPJ'ê merasîmeke leşkerî ji bo şehîdan lidar xistin.

Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Mihemed axivî û got, gelê herêmê bi saya têkoşîn û şehîdên xwe azad dibe.

Di dewama merasîmê de li ser navê YPG/YPJ'ê Sarya Dijwar axivî û got, "Di hizûra van hevalên şehîd de hevgirtin û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de diyar dibe. Êdî bila her kes zanibe ku ti kes nikare vîna gelê me binpê bike."

Li ser navê Hêzên Parstina Civakî (HPC) jî Luqman Edhem axivî  û diyar kir, ku hêzên HPC jî fedakarên welatê xwe ne. Edhem destnîşan kir ku bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdan dikarin bi ser bikevin û derbên giran li çeteyan bidin.

Di dewama merasîmê de li ser navê TEV-ÇANDʹê Zozan Selîm axivî û sersaxî ji malbatan şehîdan re xwest. Selîm berxwedan û têkoşîna Şehîd Reşo ku endamê TEV-ÇAND bû û dema pêwîstî pê çêbû tevlî nava YPG'ê bû bibîr xist û got, wê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bin.

Piştî axaftinan sicîlên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Li ser navê Malbatan jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya cangoriyan hate dayin û hate gotin ku gelê herêmê bi yekîtî û hevgirtina xwe karîbûn azad bibin û û derbên giran li çeteyan bixin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel canezeyên şehîdan li ber dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.