Cenazeyên 5 şehîdên YPG’ê li Keramê hatin veşartin

Li bajarokê Keramê cenazeyê  5 şehîdên YPG`ê û cenazeyê endamê Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê li goristana şehîd Memo û Sîvdar hatin veşartin.

Welatiyan cenazeyên şehîd Ebdilhemîd Mihemed (Zana Keramê), Ibrahîm Kesir ( Rêber Keramê), Ebdilkerîm Rehîm ( Şahîn Xezaniyê), Ibrahîm Ehmed ( Delîl) û endamê Meclîsa Leşkerî yê Dêrezorê Elai El-Siyalî (Baran Reqa) ji Saziya Malbata Şehîdan a Hesekê wergirtin.

Piştre bi karwanekî wesayîtan ve ber bi goristana şehîd Memo û Sîvdar  ya li bajarokê Keramê ve bi rê ketin.

Li goristanê şervanên YPG û YPJ`ê merasîma leşkerî li dar xistin.

Li ser navê Meclîsa Reqayê Ezîz Hesen axivî û sersaxî ji malbatan re xwest, Ezîz da zanîn ku ew bi saya xwîna şehîdan gihîştine vê qonaxê û wê Reqa ji aliyê Meclîsa wan ve were birêvebirin.
Fermandarê Hêzên Antî Teror Zinar El-Firatî jî soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsa Reqayê Nebîh Musa ve hat xwendin û radestî malbatan hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan hatin veşartin.