Cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Bi merasîmeke heybet cenazeyên 5 şervanên azadiyê yên di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn hatin veşartin.
Bi merasîmeke heybet cenazeyên 5 şervanên azadiyê yên di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn hatin veşartin.
DÊRIK
Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanê YPG′ê Necim Haman (Dilovan Elî) û 3 Endamên Hêzên Asayîşê Hanî Mihemed, Mihemed Domo û Eyhem Ebdo yên ku li bajarê Reqayê di bersivdayîna êrîşa çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê. Girseya gel dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.
Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Fermandara Hêzên Asayîşê Nûjîn Hesen axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û diyar kir ku şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, bedelên giran dan.
Nûjîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe û got: ″Li çeperên şer xwîna gelên Bakurê Sûriyê tevlî hev bûye. Em ê gelê xwe biparêzin û li ser bingeha neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan ava bikin″.
Her wiha Endama Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hêva Erebo jî destnîşan kir ku gelên herêmê ji bo rizgarkirina welatê xwe û avakirina jiyaneke azad û bi ewle, bedelên giran dan.
Piştre nasnameyên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan soza tolhildanê û domandina têkoşînê dan.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan hatin veşartin.
QAMIŞLO
Bi sedan welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Esed Mihemed (Zagros diyar) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî yaji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Lezgîn Mihemed û Fermandara YPG/YPJ′ê Ararat Serhed axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û têkoşîna cangoriyên azadiyê li Rojava-Bakurê Sûriye hat vegotin. Her wiha bal hat kişandin ser rola şehîdan di avakirina civakeke hevgirtî de.
Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan û serkeftina projeya Federal, dan.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve hat veşartin.