Cenazeyên 2 şervanên azadiyê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên azadiy Azad Qereçox û Enes Doçika ên di pêngava Reqa de şehîd bibûn bi merasîmekê hatin veşatin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê wêneyên şehîdan û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û beşdarî merasîma cenazeyên şervanên YPG′ê Azad Xelîl (Azad Qereçox) û Enes Ehmed (Enes Doçika) ku di pêngava  rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bûn. Di merasîmê her wiha nasnameya şervanê YPG′ê Hesen Mihemed (Lewend Kobanê) ê ku sala 2014′an di şerê kobanê de şehîd bûye hat eşkerekirin.

Karwanên herdu şehîdan ber bi goristana Şehîd Dicle ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir.

Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan axivî, bal kişand ser fedekariya şehîdan di qadên şer de û ji bo avakirina jiyaneke ku şehîdan di xeyalên xwe de hêvî dikirin, soza şopandina riya wan da.

Serokê Desteya Herêmî û Şaredariyan a Kantona Kobanê Mûstefa Êto jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Mûstefa anî ziman ku têkoşeran ji berxwedana Kobanê destpê kirin û rizgarkirina tevahî axa Rojava-Bakurê Sûriyê ji xwe re kirin armanc. Her wiha Mûstefa destnîşan kir ku mizgîniya rizgarkirina Reqayê nêze.

Her wiha Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê Eyşe Efendî jî diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan û hilbijartinên hevserokatiya komînan, gelê herêmê hebûna xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir.

Piştre hevjîna şehîd, Melîha Ebdullah di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên hemû malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest. Melîha got ku şehîd azad wekî navê xwe azad bû, jiyana xwe gorî gelê xwe û welatê xwe kir û wiha domand: ″Ew ne tenê şehîdê malbata xwe ye. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, azad beşdarî qadên berxwedanê bû, di gelek hemleyên leşkerî de cih girt û di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû ″.

Melîha destnîşankir ku Azad ji zarokên xwe hez dikir, ji ber vê her ew diparastin û hêvî dikir ku jiyaneke azad û bi rûmet ji wan re ava bike. Melîha wiha axivî: ″Îro Azad soza ku dabû zarokên xwe pêk anî û canê xwe feda kir da em jiyaneke aştiyane û bi ewle bijîn. Ez ê ji ruhê wî hêz werbigirim û têkoşîna wî bidomînim. Şehîdên me pêşengên me ne″.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û nasnameya şehîd Hesen Mihemed (Lewend Kobanê) hat eşkerekirin. Nasname radestî malbatên cangoriyan hatin kirin.

Cenazeyên şervanên YPG′ê Azad û Enes li goristanê di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.