Cenazeyên 2 şervanan li Girê Spî hatin veşartin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Elî Hesen û QSD'ê Ehmed Hesen bi merasîmêkê li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê hatin veşartin.

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê YPG'ê Elî Hesen (Mazlûm Dogan) û QSD'ê Ehmed Hesen (Feysel Reqa) ên ku di operasyona rizgarkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmût Tûma veşartin.

Girseya gel cenazeyê herdu şervanên azadiyê ji nexweşxaneya Şehîd Berçem a leşkerî ya bajêr girtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tûma ve ketin rê.

Nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên PYD′ê, şervanên YPG/YPJ/QSD′ê û Hêzên Xweparastinê, her wiha welatiyên bajarokên Silûk û Eyn Îsa jî tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê deqeyek rêz ji bo cangoriyên Kurdistanê hat girtin û merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyên re xwest û wiha got: " Em rizgarkirina Tebqayê û Bendava Firatê li we pîroz dikin û em soz didin ku em ê bibin şopdarê rêya we."

 Hevseroka Rêveberiya Xweser Zelîxe Ebdî jî axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got: "Em bi ciwanên xwe yên ku di eniyên berxwedanê de destanên lehengiyê dinivîsin, serbilind in."

Her wiha Endamê MSD′ê Ebdulrehman El-Hindawî jî diyar kir ku ew ê berxwedana li hember çeteyên DAIŞ′ê bidomînin û heta nefesa dawî, şopdarên rçya şehîdên xwe bin.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşeme û tilîliyan li goristanê hatin veşartin.