Cenazeyên 2 şehîdan li Til Hemîsê hatin veşartin

Dayîka Şehîd Ehmed Emrî, di merasîma kurê xwe de axivî û bang li gelê Ereb kir ku li eniyên şer bi Kurdan re bin û heta ku Reqa û herêm rizgar bibe têkoşîna xwe bidomînin.

Welatiyên Til Hemîs cenazeyên endamên Hêzên Asayîşê Cûma Nasir (Cûma Nasir) û Ehmed Emrî (Ehmed Emrî) ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, ji pêşiya Meclîsa Taxa Enteriyê ya Kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîd Raxib Etiyê ya navçeya Til Hemîsê ve derketin rê.

Dema ku karwanên şehîdan gihiştin goristanê, merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir a ku ji aliyê endamên Hêzên Asayîşê hate lidarxistin. Paşê endamê rêveberiya desteya Malbatên Şehîdan Îdan El-Efînî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em ji şehîdên xwe wateya hevaltiyê fêr bûne. Em dûrî nijadperestiyê xistin, em çi ji şehîdên xwe re bikin, ew ê kêm be. Em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin.ʺ

Di berdewamiya merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El-Elî axivî û  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got “Şehîdan ji bo azadiya hemû gelan canê xwe feda kirine. Li aliyekî din hevalê herdu şehîdan Ebdilrezaq Era, soza berdewamkirina rêya şehîdan da.” 

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Dayîka şehîd Ehmed El-Emrî axivî û got ku “Şehîd rêya azadiyê bi xwîna xwe xêz dikin” û ji gelê Ereb xwest ku heta dawî bi gelê Kurd re li ber xwe bidin û Reqayê ji çeteyan rizgar bikin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên herdu şehîdan bi dirûşmeyan spartin axê.