Cenazeyên 10 şervanên YPG/YPJ’ê bi merasîmeke haybet ve hatin veşartin

Cenzayê 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku li Efrînê şehîd bibûn bi tevlîbûna sedna kesî bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin. Di merasîmê de Hevseroka TEV DEM’ê Asya Abdulla axivî û diyar kir ku heta li Efrînê dagirkerî hebe, berxwedan jî wê hebe.

Êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê di roja 61’an de dewam dike. Li gelek nuqteyên navçe bajêr şer bi dijwarî dom dike. Cenazeyê 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên di encam êrîşên artêşa Tirk û çeteyê wê ve ya li ser gundê Kîmarê û Beradê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê de şehîd bibûn li gundê Ehres ê Şehbayê bi tevlîbûna sedan welatiyan ve bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyê şehîdan ji Mala Gel a Ehresê hat girtin û heta Şehîdgeha Gel a Şebayê bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û Bijî Berxwedana Efrînê” meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtina leşkerî û şûnde li ser navê Saziya Meclîsa Şehîdan BAvê Welat axivî û diyar kir ku wê heta dawî li ser rêya şehîdên xwe bi meşin.

Di dewama merasîmê de Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Şehbayê Wehbê Hisên, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Asya Abdullah axivîn.

Abudllah şehîdên azadiyê bibîr anî û got: “Li ser Efrînê lîstikên pir qirêj tên lîstin. Li dijî dagirkeriyê her kes bêdenge. Ji bo qetlîam li ser gelê me pêk neyê me biryar girt kû em berê xwe bidin Şehbayê. Lê berxwedan li çar aliyên Efrînê dom dike. Gelê me li vir bi me re li ber xwe dide. Wê tu kes nikare vîna vî gelî bişkîne.Heta ku yek çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bimîne wê berxwedana me dom bike.”

Di meşê de bê navber dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” hate qîrkirin.

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namire” û tilîliyên dayikan hatin veşartin.