Cenazeyê şervanê YPG’ê Serhed Salûk hate veşartin

Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed El-Ehmed (Serhed Salûk) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed El-Ehemd (Serhed Salûk) ji nexweşxaneya Leşkerî wergirtin û bi karweranekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê ve ketin rê.

Li goristanê ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebid, li ser navê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Xalid Kotê, li ser navê Kongreya Star Îbtîsam Ehmed axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin. Hate gotin ku bi saya lehengan destkeftiyên Rojava hatine bidestxistin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Cenazeyê şehîd Serhed bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.