Cenazeyê şervanê YPG’ê Mezlûm hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Wedî Ebdulqadir (Piling Mezlûm) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Wedî Ebdulqadir (Piling Mezlûm) ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bedriya El-Hewala sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîdan di oxira azadî û rûmeta gelan de canê xwe feda kirin, bi saya wan aştî û jiyana hevbeş li herêmê pêk hat. Li ser vê yekê divê gelê herêmê xwedî li şehîdan derkevin û herêmê ji gefan biparêzin."

Li ser navê YPG’ê fermandar Serhildan Rojava jî axivî û got; “Di kesayeta şehîd Wedî de em hemû şehîdan ku bi saya wan serkeftina li dijî DAÎŞ‘ê pêk hat bi bîr tinin. Em soz didin şehîdan û malbatên wan ku em ê şopdarên xeta wan bin heta armancên wan pêk werin."

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Wedî Ebdulqadir (Piling Mezlûm) bi dirûşmeyan li goristanê hate veşartin.