Cenazeyê şervanê YPG’ê Esed Şelala hate veşartin

Welatiyên navçeya Holê û bajarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Esed Şelala li goristana gundê Şelala ya navçeya Holê veşartin.

Bi sedan welatiyên  navçeya Holê û bajarê Hesekê li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn û cenazeyê şehîd Casim Seîd (Esed Şelala) wergirtin. Merasîm li Qada Meclîsa Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Fermandariya YPG`ê Hisên Hecî axivî û got ku şehîd sembola rûmeta gelan e  û soza şopandina rêya cangoriyan careke din dubare kir.

Hisên Hecî teqez kir ku dijmin dixwaze ku îradeya gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê bişkîne, lê bi saya ciwanên herêmê planên dijminan têk diçin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zerga Mihemed axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin û şehîd wê her tim di mêjî û dilê me de bijîn.”

Paşê, wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama  Meclîsa Malbatên Şehîdan Ilham Bekir hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Esed Şelala ji aliyê rêhevalên wî ve li gundê Şelala yê navçeya Holê hate veşartin.