Cenazeyê şervanê YPG’ê Enes El-Ehmed hate veşartin

Welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê YPG’ê Enes El-Ehmed (Gerzan Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Hesekê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê YPG’ê Enes El-Ehmed (Gerzan Hesekê) ku 4’ê Kanûnê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Hesekê veşartin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Gerzan Hesekê ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li Goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Telal Cemîl ji malbata şehîd û rêhevalên wî re sersaxî xwest.

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel jî Siwar Hesekê axivî û got “Em destpêkê ji xwe û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Şehîd Enes yek ji sembolên fedakariyê bû. Em soz didin ku tola wî hilînin û rêya wî bişopînin.”

Piştre belgenameya şehadetê Enes hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin, di dawiyê de rêhevalên şehîd Enes darbesta wî rakirin û di nava tilliyên dayîkan de ew veşartin.