Cenazeyê şervanê YPG’ê Elîşer hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG‘ê Selman Mihemed (Elîşêr) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê spartin axê.

Gelê Hesekê cenazeyê şervanê YPG‘ê Selman Mihemed bi nasnav Elîşêr ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyekê rêz hat girtin û piştre merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin. Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Mihemed Dawê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest

Piştre ji fermandarên YPG’ê Brûsk Hesekê axivî û wiha got; “Şehîd bi xwîna xwe ya pîroz rêya me ronî kirin. Em em soz didin ku em xeta wan berdewam bikin."

Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivî û got,"Bi saya şehîdan em bi aramî jiyana xwe didomînin, bi keda wan em ê bi ser bikevin. Şehîd sax in tu carî namirin."

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê ya şehîd Elîşer hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê YPG’ê Selman Mihemed (Elîşer) li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.