Cenazeyê şervanê YPG'ê Ehmed Xelîl hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Devrîm Xelîl, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Devrîm Xelîl, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Xelîl (Devrîm Xelîl) ê di berxwedana rizgarkirina bajarê Tebqa de jiyana xwe ji dest da ji aliyê endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM û saziyên civakî jî di nava de bi sedan welatiyên Amûdê û gundên wê ve ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê hate wergirtin.
Girseya gel ku bê navber dirûşm qîriya, cenaze bir goristana Şehîd Îsmaîl Hogir. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Mersîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve dest pê kir.
Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mustefa El-Umerî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Devrîm û hemû şehîdên azadiyê re xwest û destnîşan kir ku serkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin, bi saya tekoşîn û fedekariya şehîdan pêk hatiye.
Di dewama merasîmê de yek ji fermandarên YPG’ê Amed Agirî axivî û diyar kir ku berxwedana YPG’ê ji bo parastina Şoreşa Rojava berdewame û got: "Wê ev parastina me heya ev şoreş azdiya mayînde pêk bîne, dewam bike. Wekhevî û edaletê bidome. Şoreşa Rojava û xaka wê bi xwîna şehîdan hatiye parastin û wê tu caran YPG serê xwe li hemberî êrîş û zordariyan ne tewîne."
Amed di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên YPG’ê bibin.
Piştî axaftinan nasnameya şervanê YPG'ê Devrîm xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li ser navê malbata şehîd Devrîm jî dayika wê axivî û destnîşan kir ku gelê Rojava wê tola şehîdên xwe li erdê nehêle û wê hate pêkanîna azadî û rûmetê tekoşîna xwe ya li ser rêya şehîdan bidomînin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG'ê Devrîm bi dirûşman spartin axê.