Cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Hesekê hate veşartin
Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîs û gundewarên wê, cenazeyê şervanê YPG’ê Xalid Xilyewî (Azad Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxbi Eiye veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîs û gundewarên wê, cenazeyê şervanê YPG’ê Xalid Xilyewî (Azad Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxbi Eiye veşartin.
Welatiyên navçeya Til Hemîs û gundewarên wê, nûnerên saziyên sivîl, şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê cenazeyê şervanê YPG′ê Xalid Xilyewî (Azad Hesekê) ku 25′ê Îlonê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji Meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Raxib Etiye ya li gundê Salihiyê yê girêdayî navçeya Til Hemîsê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqiqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG/YPJ’ê merasîmekî leşkerî lidarxist. Piştre li ser navê TEV-DEM′ê Salih Xelef û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebadîn axivîn. Axaftvanan ersaxî ji malbata şehîd re xwestin û bal kişandin ser fedekariya şehîdan di oxira rizgarkirina welat de.
Piştre bavê şehîd Mihemed Xilyewî axivî û anî ziman ku şehîd Xalid di sala 2013′an de li bajarê Dêrikê tevlî nava refên YPG′ê bû. Şehîd Xalid tevlî pêngava Til Berek û pêngavên leşkerî yên herêma Cizîrê bû û li dijî terorê şer kir.
Mihemed di dawiya axaftina xwe soza domandina têkoşîna şehîd Xalid da.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê Xalid Xilyewî (Azad Hesekê) bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin