Cenazeyê şervanê YPG’ê Şoreş Kobanê hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mustefa Hisên (Şoreş Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mustefa Hisên (Şoreş Kobanê) ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji nexweşxaneya bajar wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Cîgirê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Nebo Temo û Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto axivîn. Axaftvanan şehîdên azadiyê yên ji bo avakirina jiyaneke azad û demoratîk canê xwe feda kirine bibîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin, radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Şoreş Kobanê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê spart axê.