Cenazeyê şervanê YPG’ê Îsa Elî hate veşartin

Welatiyên navçeya Til Temir û gundên herêma Çiyayê Kezwan bi merasîmeke heybet cenazeyê şervanê YPG’ê Îsa Elî li Goristana Şehîdan a Til Temir veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Til Temir û herêma Çiyayê Kezwan cenazeyê şervanê YPG’ê Îsa Elî (Dîbo Hesekê) yê ji gundê El-Cefer ku 8’ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê veşartin.

‘EVÎNDARÊ AXA XWE BÛ’

Merasîm ji bo şehîdên azadiyê bi deqîqeyekê dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPG‘ê Ezîz Yûsif axivî û ji malbata şehîd Îsa Elî re sersaxî xwest û wiha got “Hezkirin gelek cureyên xwe hene, lê hezkirina axê, nayê nivisandin û wesifkirin, hezkirina axê jiyana azad e û cihê wê bilind e, ji bilî qehremanan û aşiqên jiyana azad tu kes nikare bighêje vê bilindahiyê. Şehîd Îsa jî ji evîndarên axa xwe bû, ji bo parastina gel û xaka xwe, şehîd bû.”

Fermandarê YPG‘ê Ezîz Yûsif axaftina xwe wiha domand “Şêhîd pêşengên me ne, em hêza û îradeya xwe ji wan digirin. Bi navê YPG‘ê em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin û soza domandina xeta wan nû dikin.”

Di merasîmê de, her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Rêvebera Meclîsê Hemdiya Kotê jî di kesayeta şehîd Îsa de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Piştre şervanên YPG’ê cenazeyê Şehîd Îsa Elî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.