Cenazeyê şervanê YPG’ê Çiyager hate veşartin

Bi hezaran welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG’ê Yezen Mihemed Şerîf (Çiyager Dêrik) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG’ê Yezen Mihemed Şerîf (Çiyager Dêrik) ku 13’ê Nîsanê li Dêra Zorê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê hêzên leşkerî fermandar Baz Dêrik axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û got; “Şehîd Çiyager di tevlîbûna xwe de di şerên li dijî terorê bi ruhekî wêrek, fedakar û kedkar dihat nasîn. Ji bo pêkanîna aştiyê û jiyaneke azad têkoşiya û di oxira wê de bi jiyana xwe berdêl da.”

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl jî axivî, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got bi saya xwîna şehîdan serkeftinên mezin hatin bi destxistin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê YPG’ê Yezen Mihemed Şerîf (Çiyager Dêrik) li goristanê veşartin.