Cenazeyê şervanê QSD’ê Yamin li Dêra Zorê hate veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Yamin Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Ayiş Xelef (Yamin Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ de şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre yek ji fermandarên QSD’ê Azad Hesekê axivî û wiha got; “Ji bo rizgarkirina gelê herêmê ya ji zilm û zordariyê, şehîd têdikoşin û canê xwe feda dikin.”

Piştre li ser navê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, Saziyên Olî, Meclîsa Ebû Xeşeb û Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re hate xwestin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şervanê QSD’ê Yamin Hesekê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê Yamin Hesekê li goristanê veşart.