Cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Îbrahîm spartin axê

Bi sedan welatiyên herêma Keramê ya Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Îbrahîm (Şîtîn) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Bi sedan welatiyên  herêma Keramê ya Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Îbrahîm (Şîtîn) ku di 8’ê Gulana 2018’an de şehîd bûbû, ji nexweşxaneyê wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Sayil, li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Husam Xabûr û li ser navê QSD′ê Îbrahîm Keramê axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku cangoriyên azadiyê ji bo rizgarkirina tevahî Bakurê Sûriyê ji terorê canê xwe feda kirine. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin. Piştre cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Îbrahîm (Şîtin) bi dirûşme û tilîliyên dayikan li gorsiatanê hate veşartin.