Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Esed li Tebqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Remedan Mehmûd El-Selame (Qelb El-Esed) ku di operasyona paqjikirina mayînan a li bajarê Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Remedan Mehmûd El-Selame (Qelib El-Esed) ku di dema paqijkirina mayînan a bajarê Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîda a bajarê Tebqayê veşartin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û axaftin hatin kirin.

Fermandarê QSD’ê Zinar Kobanê di merasîmê de axivî û wiha got; “Em weke hêzên QSD’ê emê bi her awayî bersiva hemû êrîşên çeteyan bidin. Ji ber ku her parçeyekî axa Sûriyeyê bi xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin.”

Piştre belgenameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê Şehîd Qelib El-Esed bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin'  û tilîlyên dayîkan li goristanê hate veşartin.