Cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed û El Hisên spartin axê

Gelê Tebqa û Dêra Zorê bi merasîmekê cenazeyê şervanên QSDʹê Ehmed Ebdulkerîm Îbrahîm (Ebû Rîş) û Hisên El Hisên (Xidir) spartin axê.

Gelê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Ebdukerîm Îbrahîm (Ebû Rîş) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de birîndar bûbû û piştî tedawiyê şehîd bûbû bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîdan a Tebqayê spartin axê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre merasîmeke leşkerî hate li darxistin. Piştre Fermandarê QSDʹê Omîd Gabar axivî, sersaxî ji tevahî malbatên cangoriyan re xwest û wiha got, ʺEm bi şervanên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe şehîd dibin, serbilind in. xwîna şehîdan yekîtiya gelan ava kir û hebûna me di qadên navneteweyî de îsbat kir.ʺ

 Endamê Meclîsa Lihevanîna Êlan a Tebqayê Ehmed Hisên jî bal kişand ser siyaseta dagirkeriya Tirk a guhertina demografiya Efrînê û bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ û Nusra li şûna gelê Efrînê.

Her wiha Endamê Rêveberiya Saziya Karûbarên Olî Ednan Ilêwî jî bang li ciwanan kir ku şopdarên rêya şehîdên xwe bin heta tevahî axa Sûriyê were rizgarkirin.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hate xwendin, radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd Ebû Rîş bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.

DÊRA ZOR

Bi sedan şêniyên gundê Hîmar El-Elî cenazeyê şehîd Hisên El-Hisên (Xidir) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, li Goristana şehîd Xidir Hemada ya herêma Ebû Xeşeb spartin axê.

Girseya gel, nûnerên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, saziyên sivîl û şervanên QSDʹê cenazeyê şehîd wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Wefaa Celal axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin: ʺCangoriyên azadiyê ji bo parastina axa welat canê xwe feda kirin. Em soza şopandina rêya wan didin, heta jiyana hevbeş û biratiya gelan werin avakirin.ʺ

Fermandarê QSDʹê Casir Mihemed jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: ʺKeç û xortên Bakurê Sûriyê axa welatê xwe bi xwînê avdan û bi destaneyên lehengiyê nivîsandin. Em soza şopandina riêya wan didin.ʺ

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hat kirin û cenazeyê şehîd di nava dirûşmeya ʺŞehîd namirinʺ de spartin axê.