Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebû Îsa hate veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Mûsa (Ebû Îsa) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmût Tûme veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Mûsa (Ebû Îsa) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmût Tûme veşartin.
Welatiyên kantona Girê Spî li çerxereya EL-Elem a bajarê Girê Spî kom bûn cenazeyê Ebû Îsa wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tûme ya li gundê Tenhûzê ve ketin rê.
Heveserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hemdan EL-Ebd, Endamê Meclîsa TEV-DEM`ê Selahdîn Firat, Endama Rêveberiya Kongra Star Peyman Cûdî û bi sedan welatiyên Girê Spî tevlî merasîmê bûn.
Merasîm ji bo cangoriyên azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Girê Spî Wehîd Abdullah axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîdan canê xwe ji bo jiyaneke azad feda kirin.
Piştre Hemdan EL-Ebd axivî û hemû şehîdên doza azadiyê bibîr anîn.
Li ser navê Kongreya Star Emel Hesen û li ser navê Lîwa EL-Selecîqa Elbaz Tirkmen axaftin hate kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan nû kirin.
Piştre cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Mûsa (Ebû Îsa) bi dirûşme û tililiyên dayikan li goristanê hate veşaritn.