Cenazeyê şervanê QSD’ê Baran Welat spartin axê

Welatiyên bajarê Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Beşar Yusif spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Beşar Yûsif (Baran Welat) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû,bi merasîmekê spartin axê.

Gel cenazeyê Baran Welat ji barokê El-Hezîma yê bajarê Reqayê girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristan şehîdan a li gundê El-Hikumiye ya navçeya Eyn Îsa ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîn şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên QSD’ê merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre Endama Meclîsa Jinên Azad a Sûriyeyê Zelîxe Ebdî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku bi saya şehîdan axa welat tê rizgarkirin.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd Baran Welat hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de gel û şervanan cenazeyê şehîd Baran bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan spartin axê.