Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebram hate veşartin

Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebram Minbic bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê veşartin.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Mihemed Mûsa (Ebram Minbic) hefteya borî li eniyên bajarê Minbicê xeta Sacûr a di navbera Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyê de dema erka xwe ya parastinê bi cih dianî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ebram Minbic ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanek wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre bi navê Fermandariya Hêzên Komandos a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandar Mihemed Qeramox axivî. Qeramox sersaxî ji malbat şehîda re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Ji giyana şehîdan em hêzê digirin da ku projeya jiyana aştiyane bê cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de bidomînin."

Qeramox got, şehîdan bi qehramaniya xwe li hember dijmin Erdogan ê ku dixwaze imperatoriya osmanî vejîne sekinî.

Mihemed Qeramox banga hevgirtinê li pêkhateyên Sûriyê kir ji bo ku xeteriya dewleta Tirk a ku dixwaze axa Sûriyê dagir bike û şêniyên wê yên resen koçber bike, derbas bikin.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama rêveber a meclîsê Kefa El-Elî axivî û got: "Di civaka têkoşer de şehîd pêşeng û sembola fedekariyê ne."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê hevserokê Komîteya Aborî Mihemed Sebrî axivî û got: "Şehîd sembolên me ne ku nayên jibîrkirin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê radestî dayîka şehîd hate kirin. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.