Cenazeyê şervanê HRE'yê Elî Cabo hate veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Elî Cabo ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, li goristana Ehrezê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Elî Cebo ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, ji aliyê xelkê Efrînê ve bi merasîmekê hate veşartin.

Girseya gel ku li ber Nexweşxaneya Avrînê ya navçeya Fafînê li kom bû, cenaze wergirt û bi dirûşman ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya herêma Ehrezê ve meşiya.

Di merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şehîd Elî Cabo bi dirûşme û tilîliyên serketinê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê.