Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şerîf hate veşartin

Welatiyên bajarê Amûdê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ciwan Mihemed Şerîf ku 15’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û gundên girêdayî wê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Civan Mihemed Şerîf ku 15’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û şervanên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Ferso, li ser navê Desteya Parastinê Ebdilehed Koryê û li ser navê şervanên Erka Xweparastinê jî Berxwedan Amûdê axivîn.

Axaftvanan, sersaxî ji malbata Şehîd Civan Mihemed re xwestin û destnîşan kirin ku şehîd bi qehremanî û bi hemû hêza xwe li hemberî dijberan radiwestin da ku nahêlin dijmin derbasî xaka Bakurê Sûriyeyê bibin.

Di berdewamiya merasîmê de, wesîqeta şehadetê ya Civan Mihemed ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Rêhevalên Şehîd di nava dirûşmeyên silavkirina lehengiya şehîdan de, cenazeyê şehîd rakirin û li Goristana şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.