Cenazeyê şervana YPJ’ê Emgîhan Cûdî hate veşartin

Cenazeyê şervana YPJ‘ê Xemê Pusat (Emgîhan Cûdî) ku 19‘ê Tebaxê di encama krîza dil de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrik, Koçerat, Berav û navçeya Gikê Legê cenazeyê şervana YPJ‘ê Xemê Pusat (Emgîhan Cûdî) ku 19’ê Tebaxê li Kobanê di encama krîza dil de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyê şehîd Emgîhan hatibû xemildanin ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanê YPG û YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê fermandariya YPJ’ê ya Dêrikê Kurdistan Xêrkê axivî, sersaxî ji  malbata şehîd û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest. Kurdistan got, Şehîd Emgîhan hemû jiyana xwe di nav refên tekoşîna azadiyê de derbas kir, nirx û mîraseyên mirovahiyê parast û ji bo pêşxistina civakê têkoşîneke bêhempa da meşandin.

Kurdistan Dêrik di dawiya axaftina xwe de bang parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û geşkrina têkoşînê kir.

Piştrehevrêya şehîd Emgîhan, Zeyneb Şîtka axivî û anî ziman ku şehîd Emgîhan karê xwe bi rêk û pêk bi cih di anî, di tevahî qadan de xebitî û li hemû bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat kir.

Zeyneb wiha domand: "Şehîd Emgîhan nimûneya jina azad a ku bi rihê fedayî li dijî zihniyeta mêrdestiyê xebitiye. Di hemû erkên xwe de li pêş bû."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arîf Balî jî axivî û got; “Em bejna xwe li hember qehremantiya şehîdên ku êdî bûne ronahiya nifşan ditewînin. Şehîd Emgîhan nûnertiya jina azad dike û nimûneya têkoşînê di xebata xwe de bû. Jiyana xwe kir oxira xizemta gelê xwe."

Birayê şehîd Emgîhan bi rêya Telefonê ji Bakurê Kurdistanê axivî û got ew bi şehadeta xwişka xwe serbilind e.

Li ser wesyeta şehîd qeyda deng ê şehîd Emgîhan hate guhdarkirin. Piştre tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate berzkirin.

Wesîqeya şehadeta ya şehîd Emgîhan ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Girseya gel bi dirûşme û tîliliyan cenazeye şervana YPJ’ê Emgîhan Cûdî li goristanê veşartin.