Cenazeyê şervana enternasyonalîst Destan û 4 şehîdan hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervana enternasyonalîst Desan Temûz û 4 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Dicle, spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê, Endamên saziyên sivîl, şervanên YPG/YPJ′ê cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê şervana enteranasyonalîst Eyşe Deniz Qerecaykal (Destan Temûz), Mehmûd Îbrahîm (Hozan), Mihemed Can (Mîxalo Çekdar), Raman Dalîmîl (Agir Urmiye) û Ehmed Hacî (Delîl Kobanê) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Dilbirîn Kobanê axivî û diyar kir ku şehîdên azadiyê rêya azadiya gelan ronî kirin û destnîşan kir ku Şehîd Destan xwest bi têkoşîna xwe, zilmê ji holê rake û neteweya demokratîk ava bike.

Fermandar Dilbirîn soza şopandina rêya şehîdan da.

Fermandara MLKP’ê Şengul Dozan jî anî ziman şehîd Destan û hevalên xwe heta nuqteya xwîna xwe ya dawî li dijî hişmendiya desthilatdar, şer kirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser Dîlber Yûsif axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şoreşa Rojava, şoreşa jina azade.

Her wiha dayîka şehîd Destan, Ercakan jî got ku divê dayîkên şehîdan şopdarên rêya zarokên xwe bin, da hêviyên wan, jiyana hevbeş û biratiya gelan pêk bînin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şeravanên azadiyê bi dirûşmê ‘Şehîd Namirin’ ve hatin spartina axê.